6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê civiyan

Îro pênşemiyê 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi hev re civiyan.

24.02.2017, Cum - 07:41

6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê civiyan
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Rûdawê, civîna îro ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina hevkarî û hemahengiya navbera wan, qonaxa şerê li dijî DAIŞê û qonaxa piştî DAIŞê, plan û bernameyên wan ên ji bo paşeroja Rojhilatê Kurdistanê û nirxnadina rewşa Rojhilatê Kurdistanê di serdema kabîneya Donald Trump serokê nû yê Amerîkayê de bûye.

Civîn bi beşdariya Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anko HDKA), Sekreterê Giştî yê Partiya Demorkata Kurdistanê (HDK anko PDKa Rojhilat), Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Muhtedî, Sekreterê Giştî yê Komele –Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komonîsta Îranê Îbrahîm Elîzade, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Reza Keibî bi nûneratiya Sekreterê Giştî yê wê partiyê û herwiha Berpirsê Pêwendiyên Rêxistina Xebatê Rêbwar Husêynî bi nûneratiya Sekreterê giştî yê wê partiyê birêve çûye.

Endamê Polîtboruya PDKÎyê Mihemed Nezîf Qadirî, ku bi xwe jî bedşarî civînê bûye, derbarê civîna îro ya 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê de, ji Rûdawê re axivî û hin agahî dan.

Mihemed Nezîf Qasdirî got: “Her 6 partî ji aliyê Eistîtûya MERI ve hatibûn vexwandin û civîna navbera wan ji bo şirove û nirxandina siyasî ya deverê, Îranê û pirsa kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû”.

Qadirî herwiha da xuyakirin: “Di vê civînê de, helwest û nêrînên aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê derbarê qonaxa şerê DAIŞê, qonaxa piştî DAIŞê û dest bi kar bûna kabîneya Donald Trump li Amerîkayê hatin gotûbêjkirin”.

Wî berpirsê pilebilindê PDKÎyê destnîşan kir:

“Hemû aliyên beşdar di civînê de tekezî li ser hizirkirina li ser xalên hevbeşên navbera hev, bi taybet ji bo vê qonaxa niha kirin û ew yek nirxandin, ka di vê qonaxa niha de erkên hêzên Rojhilatê Kurdistanê û bernameya karên wan çî ye”.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:13:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x