Komara Kurdistanê di roja 22ê Çileya 1946an de li meydana Çarçira a bajarê Mehabadê hat damezrandin û Pêşewa Qazî Mihemed wek Serokomar sûnda yasayî xwaribû.
77 sal di ser damezrandina Komara Kurdistanê re derbas bûn û aliyên demokrat di wê baweriyê de ne ku her çiqas temenê komarê kin bû jî, xwestek û daxwaza gelê Kurd bû ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê û bûye sedema çêbûna çend hêmayên girîng ên Kurd, ku heta niha jî li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd li ser wan hêmayan yek in.
Berî 77 salan, Komara Kurdistanê li Mehabadê, li qada Çarçira hat ragihandin, komarek bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed, ku her weke di ragihandina yekem de hatiye, armanca wê, damezrandina komareke demokrat a Kurdistanê bû.
Kabîneya Komara Kurdistanê bi vî rengî bû:
Serok: Qazî Mihemed
Serokwezîr: Hacî Babe Şêx
Wezîrê Şer: Seyfî Qazî
Wezîrê Navxwe: Mihemed Emîn Muînî
Wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî Wezîrî
Wezîrê Post û Telegraf: Kerîm Ehmediyan
Wezîrê Çand: Menaf Kerîmî
Wezîrê Propaganda: Sidîq Heyderî
Wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî
Wezîrê Bazirganî: Hacî Mistefa Dawûdî
Wezîrê Çandiniyê: Mehmûd Welîzade
Wezîrê Rêk û Piran: Îsmaîl Îlxanîzade
Wezîrê Tenduristiyê: Seyîd Mihemed Eyûbiyan
Wezîrê Dewletê: Ebdulrehman Îlxanîzade
Wezîrê Dadê: Mela Husên Mecdî
Paytext: Mehabad
Dirav: Riyalê Îranê
Her çiqas Komara Kurdistanê, li Mehabadê hat ragihandin, lê ji hêla Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê dihat parastin.
Mela Mistefa Barzanî ligel hêzên Barzan, hêzên sereke yên parêzvanên vê komarê bûn. Parêzvaniyek wisa ku Qazî Mihemed ewqas pê bawer bû, berî îdamê, Ala Kurdistanê dabû wî destê emîn.
Her çiqas temenê Komara Kurdistanê tenê 11 meh bû, lê destpêkeke zelal û eşkere bû ji bo serxwebûnxwazên Kurdistanê. Lewra piştî ku Yekîtiya Sovyetê ligel hikûmeta wê demê ya Îranê li hev kir û di nav bêdengiya zilhêzên din de dawî lê anî û pêşengên komarê hatin darvekirin, lê piştî 77 salan, xewna serxwebûnê her maye û îradeyeke bihêz daye.