93 sal derbas bûn, lê Kurd qet Simkoyê Şikak ji bîr nakin

93 sal beriya niha Simayîl Axayê Şikak ku weke "Simkoyê Şikak" an jî "Simîtko" tê nasîn, li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi biryara şahê wê demê yê Îranê Riza Şah ve ji aliyê leşkerên wî welatî ve hat şehîdkirin. Lê bandora serhildana wî rêberê Kurd hêj jî li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet li herêma Urmiyê maye.

21.07.2023, Cum - 11:04

93 sal derbas bûn, lê Kurd qet Simkoyê Şikak ji bîr nakin
Nuçe Belav bike

Simayîl Axayê Şikakî di sala 1887ê li Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Kurê Mihemed Axayê serokê eşîra Şikak e. Piştî birayê wî Cewer Axa bi destê rejîma Îranê ya wê demê li bajarê Tewrêzê hat kuştin, Simko serokatiya eşîra Şikak wergirt.

Piştî ku sala 1905an, Cewer Axayê Şikak ku birayê Simko bû, li Tewrêzê hat kuştin, Simko soz da ku tola wî hilde û şerê li dijî hikûmeta wê demê ya Îranê berdewam bike.

Li gor gelek çavkaniyên biyanî û Kurdistanî, tevî ku di destpêkê de hestê tolhildanê li cem Simko hebûye, lê belê piştî derbasbûna demekê hizra wî ber bi tevgereke netewî ve çûye. Li gor wan çavkaniyan, şerê Simkoyê Şikak bi hikûmeta Îranê re şerekî netewî û ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên milletê Kurd bûye.

Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê ji destê desthilatdariya dewleta Îranê derxist û xiste bin kontrola xwe û rêveberiyek taybet ava kir.

Herwiha piştî şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî û Kela Dimdim, soreş û serhildana Simkoyê Şikak, tevgera herî mezin a Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Hêza serbazî ya Simkoyê Şikak piranî ji çekdarên eşîreta Şikak pêk dihat, lê belê piştî ku eşîretên din ên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan wî, wan eşîran jî çekdarên xwe tevlî hêza Simko û Şikakan kirin.

Şikak li Rojhilatê Kurdistanê piştî eşîreta Kelhûr li herêma Kirmaşanê ‎mezintirîn eşîreta vê perçeyê Kurdistanê ye ku di serdema desthilatdariya Qacarî ‎û Pehlewiyan de li Îranê û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv ê siyasî bûn.

Navenda desthilatdarî û hêza Simkoyê Şikak û eşîreta Şikak bi giştî Kela Çariyê li navçeya Selmasê û herwiha bajarê Urmiyê bû.

Di dema herî bihêziya xwe de, her ji Mako û Kela Xwê (Xoy), Selmas, Urmiye, Mihabad, Şino û bajarokên din ên parêzgeha Urmiyê heta sînorê Seqiz, Bane û Merîwanê li parêzgeha Sine di jêr desthilatdariya wî de bû û gefa kontrolkirina Sine û Kirmaşanê jî dixwar.

Rojnameya navdar a Amerîkî ya New York Times di raporekê xwe ya sala 1922ê de behsa şoreşa Simkoyê Şikak dike û dibêje, hikûmeta Kurdistanê hatiye damezrandin. Di raporê de tê gotin, ku Simko serkirdatiya hêzeke çekdar a 85000 kesî dike û sînorê hikûmeta wî jî Urmiye, Selmas, Kirmanşan û Erdelan e. New York Times herwiha dibêje, çavê Simko li Loristanê ye jî.

Simkoyê Şikak di serdemekê de ku hêj civaka Îranê bi giştî û ya Rojhilatê Kurdistanê paşketî û feodalî bû û li ser bingeha rejîma axatiyê birêve diçû, gelek karên giring kirin, weke mînak li Kela Xwê bi alîkariya malbata Bedirxaniyan Medreseya Cîhanbanî vekir û di wê medreseyê de ji bilî fêrkirina zanistê bi zimanê Kurdî û Farsî, bi pereyê hikûmeta xwe xwandekarên Kurd fêrî zimanên Fransî, Rûsî û Tirkî dihatin kirin.

Herwiha yekemîn rojnameya Kurdî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi navê “Kurdistan” di serdema desthilatdariya Simko de li bajarê Urmiyê hatiye çapkirin û weşandin.

Simko herwiha di navbera bajar û cihên stratejîk ên di bin desthilatdariya xwe de, cihên weke Mihabad, Urmiye, Selmas û Kela Çariyê xeta telegrafê kişand.

Weke ku nivîskar û dîrokzanê Fransî, Chris Kutschera dibêje, Simko di çend nameyên xwe de ku bo çend berpirsên Rûsî, Brîtanî şandine, gelek bi aşkere behsa mafên netewî yên Kurdan, welatek bi navê Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê kiriye.

Kutschera herwiha ji ber xebatên wî yên di serdema xwe de, ‎Simkoyê Şikak weke “bavê nasyonalîzma Kurdî” li Rojhilatê Kurdistanê bi nav ‎dike.

Simko di beşeke nameya xwe ‎de ku ji bo fermandarê hêzên Îranê li bajarê Meraxê Zefer el Dulê şandiye, dibêje: ”Em pir baş dizanin ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagihe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xweziyên xwe ku mafê ‎otonomiyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de ‎pêk anîne. Bi rastî ger netewa kurd di Îranê de negihije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jê re baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya ‎hemû mirovekî Kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nû ye.

Ev name dide diyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê ‎rewa yê gelê Kurd bi armancên mezin û planên nû dest bi xebata xwe ya siyasî ‎kiriye.‎

Simkoyê Şikak di 25 salên serhildana xwe de, rastî gelek serkevtin û şikestan jî hat, herî dawî piştî ku hikûmeta Îranê karî serhildana wî têk bibe, Simko derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bûbû û piştî demekê li ser banga Îranê ya ji bo muzakere û danûstandinan, di 21ê Tîrmeha 1930an de çûbû Şinoyê û li wir bi pîlana Riza Şah ji aliyê hêzên Îranê ve hat şehîdkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:38:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x