Aktrîsa Îranî bê dersok û bi dirûşma Kurdî piştgirî da xwepêşanderan

aktorîsa navdar a Îranî Terane Elîdostî (Taraneh Alidoosti) wêneyê xwe bê dersok û bi dirûşma Kurdî ya Jin, Jiyan, Azadî belav kir.

11.11.2022, Cum - 13:43

Aktrîsa Îranî bê dersok û bi dirûşma Kurdî piştgirî da xwepêşanderan
Nuçe Belav bike

Piştgiriya kesayetên navdar ji bo xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e ku piştî bûyera canjidestdana Jîna Emînî dest pê kirine û di pêşhateke nû de aktorîsa navdar a Îranî Terane Elîdostî (Taraneh Alidoosti) wêneyê xwe bê dersok û bi dirûşma Kurdî ya Jin, Jiyan, Azadî belav kir.

Xwepêşandan û nerazîbûnên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirine, tevî hemû hewldanên hêzên Îranê bo tepeserkirinê berdewam in û îro ew xwepêşandan derbasî roja xwe ya 57an bû.

Piştgiriya kesayetên navdar bo xwepêşandanan berdewam in û aktrîsa navdar a Îranî Terane Elîdostî ku li ser asta cîhanê jî tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyê xwe yê bê dersok di demekê de ku pankarta bi dirûşma Kurdî ya "Jin, Jiyan, Azadî" di dest de ye, bi 8 milyon şopînerên xwe re parve kir.

Wêneyê Terane Elîdostî heta niha ji aliyê zêdetir ji 1 milyon û 565 hezar kesan ve hatiye ecibandin.

Elîdostî bi fîlma Firoşkar (The Salesman) ku xelata Oskarê ya bo fîlmên biyanî wergirtibû, navdar bû.

Elîdostî berê gotibû ku ew dê "bi her awayî" li Îranê bimîne; Wê da zanîn ku ji bo hevxemiya bi malbatên çalakvanên ku di destêwerdana tund a hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest dane, ew ji kariyera xwe dûr dikeve.

Ew aktrîsa Îranî herwiha li ser wêenyê xwe nivîsek bi wê naverokê belav kir; “Nebûna te ya dawî, koça çivîkên dengbêj, ev ne dawîya serhildanê ye.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandiye, ji destpêka xwepêşandanên vê carê ve heta niha 328 xwepêşander ji aliyên hêzên emnî yên Îranê ve hatine kuştin ku 50 ji wan zarok in, herwiha 46 kes ji hêzên emnî yên Îranê hatine kuştin.

Li gor hamn çavkaniyê nêzîkî 15 hezar kes jî di xwepêşandanan de hatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:16:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x