Amnesty: Li Sine serkutkirina nerazîbûnan cihê nîgeraniyê ye

Şeva bihorî li hejmarek bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûn hebûn û li Rojhilatê Kurdistanê hejmara kuştiyan gehişte 30 kesan.

11.10.2022, Sal - 07:12

Amnesty: Li Sine serkutkirina nerazîbûnan cihê nîgeraniyê ye
Nuçe Belav bike

Hêzên emnî yên Îranê şeva borî li bajarê Sine bi bikaranîna hêzê û çekên cor bi cor, teqekirina li xelkê û girtina xelkê hewla serkutkirina nerazîbûnan dan. Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) derbarê serkutkirina nerazîbûnên li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê de nîgeraniya xwe anî ziman.

Şeva bihorî li hejmarek bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûn hebûn û li Rojhilatê Kurdistanê hejmara kuştiyan gehişte 30 kesan.

Li gor zanyarî û wan videoyên di nerazîbûnên şeva borî yên bajarê Sine de belav bûne, hêzeke zêde ya emnî li nav bajêr hatiye belavkirin û hewl didin nerazîbûnan serkut bikin. Di videoyan de xuya ye ku hêzên emnî rasterast gulleyan diberdin xelkê. Hêzên emnî li hinek taxan mal bi mal bi pey xwepêşanderan de digerin, ji wan li Taxa Mêhr Aqaqya ku deriyên malên xelkê şikandine, gaza rondikrêj xistine malên xelkê û herî kêm 7 kes girtine. Bi gotina şahidhalekî, malên ku xwepêşanderên ji ber hêzên emnî reviyane vehewandine, hêzên emnî deriyên wan şikandine û li mezin û biçûkan dane.

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) roja Duşembê 10ê Cotmeha 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku li bajarê Sine serkutkirina nerazîbûn û xwepêşandanan “bi rêya bikaranîna çek û gaza rondikrêj di nav malên xelkê de” cihê nîgeraniyê ye. Amnesty International dibêje: “Berpirsên Komara Îslamî internet û xetên mobailan dibirin daku tawanên xwe veşêrin.”

Çavkaniyên cuda behsa wê yekê dikin ku hêzên “Yekîneyên Taybet” ên ser bi polîsên Îranê, otomobîlên xelkê şikandine û zerareke zêde gihandine dikanên xelkê. Şahidhalek wek mînak behsa marketeke bajare bajarokekî Beharan ê Sine kiriye ku şeva 9ê Cotmeha 2022ê hêzên emnî bi cilên sivîl ku (hêzeke taybet a emnî ye) talan kirine. Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê xwepêşanderan wek “provokator û têkder” binav dikin û îddîa dikin ku destê dijmin û biyaniyan li pişt wan e.

Nerazîbûn û xwepêşandanên şeva bihorî

Şeva borî nerazîbûn û xwepêşandan li bajarên Merîwan, Seqiz, Selas û Bawecanî jî berdewam bûn. Bajarê Selas û Bawecanî di du şevên bihorî de nearam bû. Dibistanên Selas û Bawecanî îro Sêşembê hatine girtin. Şeva berî wê jî xwepêşanderekî li vî bajarî canê xwe ji dest da.

Şeva bihorî nerazîbûn li hejmarek bajarên Îranê jî berdewam bûn, li Tehran, Kerec, Kazirun, Tewrîz û Îsfehanê berdewam bûn

Kuştina 30 kesan di Xwepêşandanan de

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belav kiriye ku ji destpêka xwepêşandanan ve herî kêm 30 xwepêşanderên Kurd hatine kuştin û 825 kes jî birîndar bûne ku 5 ji kuştiyan zarok in.

Kuştî xelkê bajarên Urmiye, Şino, Pîranşar, Dîwandere, Seqiz, Sine, Merîwan, Kirmaşan, Şah Abad, Îlam, Qezwên, Weramîn û Kerec bûne. Li gor wê raportê, herî kêm 2 hezar xwepêşander jî hatine desteserkirin. Hejmarek ji wan girtiyan bi danîna kefaletê bi awayekî demkî hatine azadkirin.

Nerazîbûn û xwepêşandanan çar hefte berî niha ji ber canjidestdana keça Kurd a Seqizî Jîna Emînî ya 22 salî li bingehekî polîsên exlaqî yên Teharnê, destpê kirin û heta niha berdewam in. Nerazîbûn li nav hemû beşên civakê belav bûne, ji wan karker, dikandar, zanîngeh û herwiha xwendekarên dibistanan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:57:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x