Bane: Kolberek hat kuştin

Kolberekî Kurd, li Baneya Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên Îranê hat kuştin.

25.10.2023, Çar - 10:46

Bane: Kolberek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên xwecihî, navê wî kolberî Muhsîn Ebdulahî ye, ew 35 salî ye û 4 zarokên wî hene.

Muhsîn Ebdulahiyê ku hatiye kuştin ji gundê Kaniyê yê bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê ye.

Malbata Muhsîn Ebdulahî, cenazeyê wî ji Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbiyê ya li Baneyê wergirtiye.

Hêzên Îranê 18ê ve mehê jî li Merîwanê kolberekî Kurd ê bi navê Ferîd Wetenî Resûl kuştibû.

Îsal 13 kolberan canê xwe ji dest daye

Li gorî raporên Kolber Newsê, îsal li herêmên sînorî yên parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber sedemên cuda 13 kolberan canê xwe ji dest daye.

Herwiha ji serê salê ve 72 kolber jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:06:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x