Birîndarekî xwepêşandanên Mihabadê canê xwe ji dest da

Rêxistinên mafên mirov ên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin birîndarekî din ê xwepêşandanên meha bihorî yên Mihabadê canê xwe ji dest daye.

09.11.2022, Çar - 14:21

Birîndarekî xwepêşandanên Mihabadê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeyekê ku rêxistinên Hengaw û Kurdpa yên şopandina rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, îro Çarşembê 9ê Mijdara 2022ê birîndarekî xwepêşandanên Mihabadê yê bi navê Fayeq Mam Qadirî (35 salî) piştî ku zêdeyî 25 roj bûn li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê hatibû razandin, canê xwe ji dest daye.

Fayeq Mam Qadirî roja Şembiyê 15ê Cotmeha 2022ê di xwepêşandanên Mihabadê de ligel welateiyekî din bi navê Mesûd Fereczade bi guleyên rasterast ên hêzên emnî yên Îranê birîndar bûbûn. Ji ber birînên Fayeq Mam Qadirî giran bûn ew rakiribûn Nexweşxaneya Xumeynî ya bajarê Urmiyê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye, 6 gule li ser, zik û pişta Fayeq Mam Qadirî ketibûn.

Navendên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê behsa wê yekê dikin ku Fayeq Mam Qadirî ji wê demê ve di komayê de û di jêr çavdêriya hûr a pizîşkan de bûye.

Li gor zanyariyan, termê wî welatiyê Kurd hêj di morga nexweşxaneyê de ye û hêj radestî malbatê nehatiye kirin.

Fayeq Mam Qadirî zewicîbû û bavê du zarokan bû.

Rêxistina Hengawê ragihandiye, birayê wî yê biçûk Dana Mam Qadirî jî di heman şeva 15ê Îlonê de birîndar bûbû û bi birîndarî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin ku heftiya bihorî bi danîna pere wek garantî û bi merc hatibû berdan.

Li gor rêxistinên mafên mirovan, di xwepêşandanên bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê de 6 kesan bi guleyên hêzên emnî yên Îranê canê xwe ji dest dabûn û bi canjidestdana Fayeq Mam Qadirî ew hejmar bo 7 kesan bilind bû

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x