Çalekvaneka Kurd ji ber destdirêjîya Îtlaeta Îranê xwe kuşt

Çalakvaneka Kurd piştî ji alîyê hewalgêrîya Îranê ve destdirêjî lê hatîye kirin û ji zîndanên nihênî hatîye azad kirin bi hebkên jehrî xwe kuştîye.

25.02.2017, Cts - 12:21

Çalekvaneka Kurd ji ber destdirêjîya Îtlaeta Îranê xwe kuşt
Nuçe Belav bike

Li gor malpera Kuya News ya Îranî, Mehdês Mîr Qewamî çalekvana warê mafên mirovî li 24ê meha yek ya sala 2017ê, hatibû girtin û piştî destdirêjî li ser hatîye kirin bi du rojan hatibû azad kirin.

Xuya jî kirîye, demê ji zîndanên nihênî yên Îtlaeta Îranê li bajarê Kirmanşa li rojavayê Îranê hatîye azad kirin û ji ber destdirêjîyê bi hebkên jehrî xwe dukuje.

Malpereka Kurdî bi navê (Hingaw) belav kirîye ku desthilata Îranê gef li malbata Mîr Qewamî kirine ku behsa girtin û xwekuştina keça xwe nekin, lewra belavkirina vê tawanê deren ketîye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1567 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x