Cama gora Jîna Emînî hat şikandin

Gora jina Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê, bi tohmeta cilûbergên wê ne li gor hîcaba îslamê ye hatibû desteserkirin û piştre canê xwe ji dest dabû, cama gora wê ji aliyê kesek an jî hin kesên nasnameya wan nehatiye zanîn ve hat şikandin.

24.05.2023, Çar - 12:14

Cama gora Jîna Emînî hat şikandin
Nuçe Belav bike

Birayê Jîna Emînî yê bi navê Eşkan Emînî, li ser hesabê xwe yê Instagramê dîmenên tirba xwîşka xwe ya li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye rûxandin parve kir û got: “Hin kes cara duyemîn e ku cama li ser kevirê gora xwişka min dişkînin.”

Eşkan Emînî di berdewamiya peyama xwe de dibêje: “Cam li ser kevirê tirbê jî we aciz dike... Eger hûn hezar carî bişkînin em dê ji nû ve ava bikin. Ka em binerin pêşiyê kî dê biweste!”

Bi gotina Eşkan Emînî, gora xwîşka wî ya li bajarê Seqizê yê ser bi parêzgeha Sineyê, berî çend mehan jî ji aliyê kesên nenas ve hatibû têkdan.

Li Rojhilatê Kurdistanê malbatên kesên di xwepêşandanên dawî de jiyana xwe ji dest dane dibêjin, gorên zarokên wan ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatine têkdan.

Parêzerê malbatê, Salih Nîkbext jî got ku gor ji aliyê kesên "ku di dema borî de bi kiryarên wiha yên nexweş dihatin naskirin" hat hilweşandin.

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî roja 13ê Îlona 2022yê li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê bi tohmeta cilûbergên wê li gor hîcaba îslamê nînin, hatibû desteserkirin û piştî ku bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin, di 16ê Îlonê de canê xwe ji dest dabû.

Pizîşkiya Dadê ya Îranê di rapora xwe ya derbarê canjidestdana Jîna Emînî de ragihandibû ku ew keça 22 salî ya Kurd berê nexweşî pê re hebûye û ji ber wê nexweşiya xwe canê xwe ji dest daye, lê malbata Jîna Emînî wê raporê red dikin û dibêjin, Jîna di dema desteserkirinê de hatiye kuştin.

Cenazeyê Jîna Emînî di 17ê Îlonê de li bajarê Seqizê hatibû veşartin. Piştî merasima cenaze li Îran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 601 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:57:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x