Cenazeya Jîna Emînî li Seqizê hat veşartin

Cenazeya Jîna Emînî (Mahsa) îro Şemiyê 17ê Îlona 2022an bi amadebûna hezaran kesan li Goristana Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê hate veşartin.

17.09.2022, Cts - 06:46

Cenazeya Jîna Emînî li Seqizê hat veşartin
Nuçe Belav bike

Çalakvanê Seqizî Hîsam Ferecyan ji Rûdawê re ragihand ku gelek kes ji bo beşdariya merasîma veşartina cenazeya Jîna Emînî bûne û got, “Biryar bû cenazeya wê berî demjimêr 10ê sibehê were veşartin, cenaze vê beyaniyê gihîşt Seqizê lê malbata wê rê neda ku zû were veşartin, gelek kes li goristanê kom bûn.”

Bi hezaran kes li Goristana Seqizê beşdarî merasîma veşartina keça Kurd a Jîna Emînî ya ku li Tehranê bi tawana “pabendnebûna xwepêçanê” ji aliyê polîsan ve hatibû girtin û piştre bi îşkenceyê canê xwe ji dest dabû, bûn.

Çalakvanê Seqizî Hîsam Ferecyan diyar kir ku Jîna Emînî ji ber derbeyeke ku ji serê xwe xwariye canê xwe ji dest daye, ne ji ber celteya dil an mêjî.

Hîsam Ferecyan her wiha destnîşan kir, li gorî çavkaniyên pizîşkî xwîna ku ji guhê Jîna hatiye ji ber derba ji serê xwe xwariye ye.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bûyera keça Kurd Jîna Emînî ya ku li Tehranê ji ber xwenepêçanê bi îşkenceya polîsan canê xwe ji dest da, şermezar kir û roja Duşema 19ê Îlonê banga greva giştî kir û ragihand, divê hemû gelê Kurd bi girtina dukanên xwe û neçûna ser kar xwepêşandanê bikin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:09:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x