Cezayê darvekirinê yê girtiyekî siyasî yê Kurd hat hilweşandin

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, hikûmeta Îranê cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî yê Kurd Şakir Bêhrûzî ku niha li girtîgeha Urmiyê girtî ye, hilweşandiye.

27.12.2022, Sal - 10:31

Cezayê darvekirinê yê girtiyekî siyasî yê Kurd hat hilweşandin
Nuçe Belav bike

Rêxistinên Kurdpa û Hengaw ên taybet bi mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, ku cezayê darvekirina Şakir Bêhrûzî ji aliyê desthilata dadê ya Îranê ve hatiye hilweşandin.

Endamê Desteya Rêveber a Kurdpayê, Evîn Mistefapûr ji Rûdawê re ragihand, “hilweşandina cezayê darvekirinê rast e û me bi rêya kesekî ji malbata Şakir Bêhrûzî ew zanyarî wergirtine.”

Evîn Mistefapûr got, di demeke nêzîk de dê zanyariyên zêdetir li ser mijarê bên belavkirin.

Li aliyekî din Rêxistina Hengawê jî ragihandiye, “heftiya bihorî pêdeçûn bi dosyeya Şakir Bêhrûzî, girtiyê siyasî yê xelkê Urmiyê hatiye kirin û cezayê darvekirina wî ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye hilweşandin.”

Hengaw dibêje, piştî hilweşandina cezayê darvekirinê, dosyeya Şakir Bêhrûzî ji bo lêkolîn û pêdeçûnê bo dadgeha destpêkê hatiye şandin ku ceza li wî girtiyê siyasî yê Kurd birîbû.

Heta niha ajansa Mizan a ser bi desthilata dadwerî ya Îranê û ti medyayên din ên Îranê ti nûçe û zanyarî li ser hilweşandina cezayê darvekirina wî girtiyê siysî yê Kurd belav nekirine.

Şakir Bêhrûzî xelkê gundê Dizê ya ser bi devera Mirgewer a Urmiyê ve ye û sala 2019an ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê ve li Urmiyê hatibû girtin û paşê bi kuştina endamekî xwecihî yê Supaya Pasdaran ê bi navê Mamil Mihemedî hatibû tohmetbarkirin, ku di bihara sala 2018an de li devera Mirgewer a Urmiyê hatibû kuştin.

Di 13ê Adara 2018 de li devera Mirgewer a Urmiyê, endamekî xwecihî yê Supaya Pasdaran bi navê Mamil Mihemedî hatibû kuştin, û grûpa çekdar a Bazên Zagrosê ku komeke çekdar a nêzîkî Hizba Demokara Kurdistana Îranê (PDKÎ) ye, berpirsyariya kuştina wî kesî li xwe girtibû.

Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê di sala 2020an de bi tometa “Bexî” yan encamdana çalakiyên çekdarî li dijî Komara Îslamî ya Îranê û “endamîtiya di hizba Komeleyê de”, cezayê darvekirinê bi ser Şakir Bêhrûzî de sepandibû.

Herwiha pêştir bi tometa endametiya di partiyeke Kurdî de, 5 sal cezayê zindanê li wî welatiyê Kurd hatibû birîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x