Di 24 seetan de heşt kolber li Rojhilatê Kurdistanê hatine birîndarkirin

Li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê di heyama 2 rojan de herî kêm 8 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin.

27.03.2024, Çar - 14:17

Di 24 seetan de heşt kolber li Rojhilatê Kurdistanê hatine birîndarkirin
Nuçe Belav bike

Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, roja sêşemê hêzên Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê gule bi ser karwanekî kolberan de reşandin û herî kêm 5 kolber birîndar bûn.

Hengawê ragihand, ew 5 kolberên birîndar bûne şêniyên bajarên, Pawe, Ciwanro, Dalaho, Salesî Bawecanê ne û li nexweşxaneya Paweyê tên dermankirin.

Li gorî rapora Hengawê rewşa kolberekî giran e.

Navên wan 5 kolberên birîndar jî bûne wisa ne:  Hemed Mehmûdî, Mihemed Yûsifî,Îhsan Nezerî, Umêd Şemsî û Yasîn.

Li aliyê din, Hengawê ragihand ku îro demjimêrên serê sibehê li sînorê Ciwanroyê kolberê bi navê Saman Rustemî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye birîndarkirin.

Herwiha duh êvarî jî li ser sînorê Ciwanroyê 2 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Vî nûçeyê tevayî: 743 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:21:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x