Di amadekariyên Çarşema Sor de herî kêm 14 kes mirin, 264 kes jî birîndar bûn

Rêxistina Rewşa Lezgîn a Îranê ragihand ku di bûyereke girêdayî Çarşema Sor de di dema amadekirina teqemeniyan de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 264 kes jî birîndar bûne.

14.03.2023, Sal - 10:15

Di amadekariyên Çarşema Sor de herî kêm 14 kes mirin, 264 kes jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Serokê Rêxistina Hawarçûnê ya Îranê şeva Duşemê got "Ji 264 kesên ku di sê hefteyên borî de birîndar bûne, 35 kes rakirin nexweşxaneyê û rewşa 6 kesan giran e."

Li gorî Cafer Miadfar 42 kes seqet bûne û 10 kes jî şewitîne.

Li gorî Rêxistina Lezgîn a Îranê, piraniya birîndaran xelkê parêzgehên Tehran, Tewrêz û Kirmaşanê ne, yek ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane xelkê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Êvara Sêşema dawî ya sala Kurdî heta sibeha Çarşemê merasîmên Çarşema sor birêve diçin, xelk agir pê dixin, di ser de baz didin û li dora agir govend digrin.

Lê îsal di merasîmên Çarşema Sor de ji ber bikaranîna teqemeniyên metirsîdar bi dehan kes mirine an jî birîndar bûne.

Polîsên Îranê her sal bi tundî hişyariyan didin li dijî kesên ku teqemeniyên xeternak bikar tînin bisekirin.

Serdozgerê giştî yê parêzgeha Kirmaşanê Şehram Keremî çend roj berê ragihandibû: “Li hember wan kesên ku asayîşa giştî têk didin dê rêkarên yasayî bên kirin û binpêker dê heta dawiya betlaneya Newrozê (nêzîkî du hefte piştî Newrozê) bên girtin.”

Serokê polîsê sîber li parêzgeha Sine got “Kirin û firotina teqemeniyan û perwerdekirina mirovan ji bo bikaranîna wan li ser torên civakî qedexe ye û dê li dijî binpêkeran tedbîrên yasayî bên kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 241 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x