Di çileyê Jîna Emînî de 2 ciwanên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên Îranê hatin kuştin

Duh 26.10.2022yê ku roja çileya kuştina Jîna Emînî bû û duh merasîma çileya wê li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê birêve çû.

27.10.2022, Per - 07:29

Di çileyê Jîna Emînî de 2 ciwanên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên Îranê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Di xwepêşandanên şeva borî yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê de 13 bajaran xwepêşandan pêkhat û du hemwelatiyên bajarên Mehabad û Sine yên bi navên Îsmaîl Mewlûdî û Mihemed Şerîetî bu guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw vê derbarê de ragehand: Di dema xwepêşandanên şeva borî de li bajarê Sine ciwanekî temen 21 salî yê bi navê Mihemed Şerîetî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve jiyana xwe ji dest da.

Herwaha li gor heman çavkaniyê di xwepêşandanên bajarê Mehabadê yên şeva borî de jî ciwanekî bi navê Îsmaîl Mewlûdî yê temen 35 salî ku wekû Simko dihate naskirin, bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve jiyana xwe ji dest da.

Duh ku roja çileya Jîna Emînî bû, bajarên Urmiye, Mehabad, Bokan, Seqiz, Dîwandere, Merîwan, Sine, Qurwe, Kameran, Rewanser, Kirmaşan, Qesrî Şirîn û Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê rijyan ser şeqaman û hêzên ewlehiya Îranê piraniya wan bajaran rasterast xelk da ber guleyan û li bajarên Kirmaşan, Sine, Seqiz, Bokan, Merîwan, Qurwe û Mehabadê bi dehan kes birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:56:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x