Di gulebarana hêzên Îranê de 3 kolber birîndar bûn

Di sê rojên dawî de di encama gulebarana hêzên parastina sînor ên Îranê de, 3 kolberên Kurd li ser sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê birîndar bûne.

19.06.2023, Pts - 05:48

Di gulebarana hêzên Îranê de 3 kolber birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, her sê kolber li sînorên parêzgeha Kirmaşanê birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, şeva derbsbûyî 17ê Hezîrana 2023an hêzên parastina sînor ên Îranê li ser sînorê bajarokê Newsûdê yê ser bi qezaya Pawe ya Kirmaşanê gule berdane hejmareke kolberan.

Hatiye ragihandin, hêzên ewlehiyê yên Îranê li bilindahiyên gundê Dizawer teqe li kolberan kirine û di encam de du kolberên Kurd bi giranî birîndar bûne. Navê yek ji kolberan Sebûr Seyidî hatiye ragihandin, lê navê kolberê din nehatiye zanîn.

Her du kolberên birîndar xelkê gundekî ser bi qezaya Ciwanroyê ve ne.

Her du kolberên birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletî ya Newsûdê hatine veguhastin.

Roja Înê 16ê Hezîranê jî li heman cihî hêzên Îranê gule berdabûn kolberan û di encamê de kolberekî xelkê Ciwanro yê bi navê Ferzad Îmamî (35 salî) birîndar bibû.

Bûyerên teqekirina li kolberan û birîndarkirina wan li sînorên Kirmaşanê di demekê de ye, ku beriya demekê Parêzgarê Kirmaşanê ragihandibû, ew dê dest bi cîbicîkirina biryara yasayîkirina kolberiyê li wê parêzgehê bikin.

Beriya heftiyekê di 11ê Hezîranê de jî hêzên Îranê li li sînorê qezaya Baneyê ya ser bi parêzgeha Sineyê ve gule berdabûne hejmarek kolberên Kurd û di encam de 2 kolber bi navên Rehîm Feyzî xelkê Bokanê û Kerîm Hîdayet xelkê Pîranşarê birîndar bûbûn.

Êvara 4ê Hezîrana îsal jî kolberekî ciwan ê 20 salî yê bi navê Huşyar Hesenzade ji aliyê hêzên Îranê ve bi dijwarî hatibû birîndarkirin û piştî ku ew rakiribûn nexweşxaneyê, ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest dabû.

Li gor raporteke Kolbernews ku rewşa kolberan li Rojhilatê Kurdistanê dişopîbe, di nava salekê de bi teqeya hêzên Îranê û bûyerên din, 34 kolberan li sê parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiyê canên xwe ji dest dane û 195 kolber jî birîndar bûne.

Nişteciyên navçeyên sînorî yên parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê ji bo debara jiyana xwe li ser sînorên wan parêzgehan kolberiyê dikin.

Kolber, kelûpelan li ser pişta xwe di navbera sînorên Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê de vediguhêzin û li beramber vî karî pereyekê werdigirin.

Hikûmeta Îranê dibêje, çûn û hatina kolberan li navçeyên sînorî ne qanûnî ye û heta niha çend caran hewl daye, ku bi qanûnekê û di çarçoveya talîmatên fermî yên hikûmetê de karê kolberiyê li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê birêxistin bike, lê belê heta niha ew yek yekalî nebûye.

Hikûmeta Îranê herwiha ji sala 2017an ve bazarçeyên sînorî girtine û kolberî qedexe kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:48:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x