Îro ji serê sibê ve li hejmarek gundên ser bi Til Temirê ve, şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û hêzên Tirkiyê de dest pê kiriye û heta niha jî berdewam e.
Li gor zanyariyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, li gundên Til Menax, Dirdare, Qasimiye û Reşîdiye yên li bakurê Til Temirê şer û pevçûnên dijwar di navbera grûpên nêzîkî Tirkiye û HSDê de rû dane.