Di sê mehên borî de Rojhilatê da 41 kes hatine darve kirin

Malperek taybet a mafê mirov li Kurdistana rojhilat belav kir, di heyama sê mehên borî de cezayê darve kirinê li 41 hemwelatiyên kurd di girtîxaneyên Îranê de hatine pêkanîn.

24.12.2016, Cts - 08:05

Di sê mehên borî de Rojhilatê da 41 kes hatine darve kirin
Nuçe Belav bike

Li gor amarên ku hatine tomar kirin, li navenda amaran a malpera mafê mirov Hengaw de, di heyama sê mehên borî de 41 hemwelatiyên kurd li girtîxaneyên Îranê hatine darve kirin.

Li gor heman raportê ew hemwelatiyên ku hatine darve kirin ji bajarên Serdeşt, Ormiye, Muhabad, Kirmaşan, Seqiz, Îlam, Qurwe, Sine, Meşed, Quçan, Nexede û Kengawerê ne.

Cezayê darve kirina wan 41 hemwelatiyan li girtîxaneyên Tewrêz, Ormiyê, Xuremawa, Miyanduaw, Îlam, Selmas, Muhabad, Qurwe, Qezwîn, Meşed, Şîraz, Meraxe, Bender Ebas, Kirmaşan û Kerecê hatine bicîh anîn.

Kesên ku hatine darve kirin, 35 kes ji wan ji ber kirîn û firotina madeyên hoşber, pênc kes jî bi tometa qetil û kesek jî ber tewanê destdirêjiya sexî ji aliyê saziya dadrêsiya Îranê ve cezayê darve kirinê li wan hatine birîn.

Yek ji wan girtiyên ku hatin darve kirin, pêş çavê xelkê û li gundekî kurd ê Meşedê cezayê wî hat pêkanîn.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x