Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 23 kesan canê xwe ji dest dane

i gor raporên rêxistinên mafên mirov ên Rojhilatê Kurdistanê, hejmara wan kesên di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane gehiştiye zêdeyî 20 kesan û hevdem nerazîbûn li çend bajarên mezin ên Îranê berdewam bûn.

04.10.2022, Sal - 06:18

Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 23 kesan canê xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirov di raporekê de ku roja 3ê Cotmeha 2022ê belav kiriye, dibêje di xwepêşandanên sê hefteyên bihorî yên Rojhilatê Kurdistanê de 23 kesan canê xwe ji dest dane.

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê jî amarek din daye û ragihandiye, 21 kesan di xwepêşandanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane.

Ev di demekê de ye di wan raporan de behsa Nîka Şahkeremî ya xelka Xuremawa li parêzgeha Loristanê nehatiye kirin. Nîka Şahkeremî roja 20ê Îlona 2022ê beşdarî xwepêşandanên bajarê Tehranê bûbû, piştre wenda bûbû û piştî 11 rojan termê wê radestî malbata wê hatibû kirin.

Li gor rapora Rêxistina Hengaw, li Rojhilatê Kurdistanê hezar û 138 xwepêşander jî birîndar bûne û zêdeyî 2 hezar kes jî hatine desteserkirin. Şeva borî xwepêşandan li bajarên Tehran, Kerec, Şîraz û Îsfehan berdewam bûn û xelkê silogan li dijî rêberê Îranê gotin.

Piştî canjidestdana Jîna Emînî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn û xwepêşandanan destpê kir. Jîna Emînî roja 13ê Cotmeha 2022ê li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat desteserkirin, li bingeha polîs tendirustiya wê têk çû û piştî 3 rojan di 16ê Cotmehê de li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest da.

Malbata wê dibêje, Jîna ji aliyê polîsên exlaqî ve hatiye îşkencekirin lewma canê xwe ji dest daye, lê berpirsên Îranê vê yekê red dikin.

Duh roja Duşembê 3ê Cotmehê Rêberê Îranî Elî Xamineyî,

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:43:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x