Du birîndarên din ên xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn

Du birîndarên din ên xwepêşandanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Şoreş Nîknam û Reza Kazimî ji ber birînên wan giran bûn şehîd bûn.

28.11.2022, Pts - 07:40

Du birîndarên din ên xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn
Nuçe Belav bike

Vê derbarê de Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand: ‘’Duh 27.11.2022yê Şoreş Nîknam ê temen 36 sal ê rûniştvanê bajarê Mehabadê, ku bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê ve birîndar bibû, li nexwaşxaneya bajarê Urmiyê ji ber birîna wî giran bû canê xwe ji dest da.’’

Hat ragehandin di encama gule baran kirina hêzên Îranê de Şoreş Nîknam gule bi zikê wî ketibûn.

Li gor heman çavkaniyê Reza Kazimî yê temen 16 salî û xelkê bajarokê Muj a ser bi bajarê Kamêran ku bi guleyên rasterast ên hêzên Sipaha Pasdarên Îranê ve birîndar bibû, piştî 6 rojan ji ber birîna wî giran bû jiyana xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x