Du Pêşmergeyên PDK-Î li Qeladizê bi destdirêjiya gulleyan canê xwe ji dest dan

Du Pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) li devera Qeladizê ji aliyê kesekî ve destdirêjiya gulleyan li wan hat kirin û canê xwe ji dest dan.

07.07.2023, Cum - 07:43

Du Pêşmergeyên PDK-Î li Qeladizê bi destdirêjiya gulleyan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Jêderekî taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, sê Pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK-Î) ku duh ji bo seyranê çûne gundê Helşo yê li devera Qeladizê, şeva borî ji aliyê kesekî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ve yê bi navê Resûl Azereş destdirêjiya guleyan li wan hat kirin û du Pêşmergeyên bi navên Luqman Gergûlî û Serbaz Çawşîn canê xwe ji dest dan.

Herwiha diyar kir ku kesê sêyem jî ji bo lêpirsînê ji aliyê asayîşa Qeladizê ve hat desteserkirin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, êrîşkar nişteciyê Herêma Kurdistanê bûye û ligel wan sê Pêşmergeyan ji bo seyranê çûye navçeya Qeladizê û piştî kuştina wan du Pêşmergeyan, li ser sînor xwe radestî hêzên Îranê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x