Endamekî Supaya Pasdaran li Kirmaşanê hat kuştin

Di pevçûneke çekdarî de li Kirmaşanê, endamekî Hêza Besîc a ser bi Supaya Pasdaran ve hat kuştin.

12.06.2023, Pts - 14:14

Endamekî Supaya Pasdaran li Kirmaşanê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya Îranê ragihandiye, roja Yekşemê li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên Supaya Pasdaran û komeke çekdar de şer û pevçûn derketiye.

Serpireştê Qaymeqamiya Kirmaşanê, Mihemed Riza Amoyî derbarê bûyerê de ragihandiye, li taxeke qerax bajarê Kirmaşanê, endamê Hêza Besîc Secad Emîrî roja Yekşemê di pevçûneke ligel "têkderên çekdar" de birîndar bû, lê piştî ew rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Nûnerê Karûbarên Siyasî yê parêzgeha Kirmaşanê, Elî Şabanî jî ragihandiye, hewldanên ji bo desteseririna çekdaran ku wî weke "kesên tawanbar" bi nav kiriye, berdewam in.

Medyaya Îranê dibêje, termê wî endamê Hêza Besîc dê sibe Sêşemê 13ê Hezîranê di merasîmeke fermî de were veşartin.

Nûnerê Rêberê Îranê Elî Xaminêyî yê li Kirmaşanê û pêşnimêjê vî bajarî Ayetullah Mustefa Olema, Parêzgarê Kirmaşanê Mihemed Teyib Sehrayî û hejmarek fermandarên payebilind ên Supaya Pasdaran serdana malbata wî endamê Hêza Besîc kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin.

Bûyera kuştina endamekî Supaya Pasdaran li bajarê Kirmaşanê piştî wê yekê tê ku di wan rojên dawî de Supaya Pasdaran gelek top, tank û çekên giran şandine bajarên Rojhilatê Kurdistanê û ser sînorê Herêma Kurdistanê. Herwiha Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran, Mihemed Pakpûr gefa wê yekê xwariye ku Îran careke din topbarana ser Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Îranê, par çend caran bi mûşekên balistîk û dronan êrîşî binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de kir ku bû sedema kuştin û birîndarbûna çendîn kesan.

Piştî xwepêşandanên par ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber bûyera mirina Jîna Emînî destpê kiribûn, berpirsên pilebilind ên Îranê bi fermî partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kirin ku destê wan di alozî û xwepêşandanan de heye, lê belê wan partiyan tohmetên Îranê red kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x