HDK: Pirsgirêka miletekî bi terorê çareser nabe

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Rojhilat (HDK) Xalid Ezîzî got kuştina çend endamên wan bi ji aliyê Îranê, wê nebe sedema rawestandina xebatan wan.

25.12.2016, Paz - 14:45

HDK: Pirsgirêka miletekî bi terorê çareser nabe
Nuçe Belav bike

Li ser banga Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) li baregaha Deftera Siyasî ya HDKê ya li Koy a Kurdistana Îranê, civîna partiyên siyasî yên kurd birêve diçe.

Ezîzî got di axaftina xwe de behsa girîngiya yekîtiyê kir û got: 'Hevderdî, hevxebat û hevruhiya bi me gelekî girîng e û em berpirsiyarê van tiştan in.

Ev yek dê bibe hêwineke baş ji bo li hev nêzîkbûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê. Di heman demê de hest û berpirsiyariyeke ji bo hemû aliyan da ku li gorî şiyanên xwe Herêma Kurdistanê biparêzin.'

Sekreterê Giştî yê HDKê Azîzî di dewamiya axaftina xwe de got: 'Ger piştî terorkirina çend hevrêyênme û kiryarên Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî partî û aliyên siyasî yên Rohjilatê Kurdistanê me xebat rawestandiba, divêya me beriya niha ev kiriba.

Lê Îran û ew aliyên ku pirsgirêka wan ligel kurdan heye, divê tiştekî baş bizanin, ew jî ev e; pirsgirêka milletekî, ku ji bo mafên xwe partî û rêxistin ava kirine, li pey bidestxistina mafên xwe ne, bi rêya şer, pevçûn, teror û tirsandinê çareser nabe.'

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:11:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x