Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên terorîstî yên dijî PDK-Iran şermezar kir

Hikûmeta herêma Kurdistanê du teqînên şeva borî ya li bajarê Koyê şermizar kir û ragehand, her planeke li dijî gel û netewa kurd, dê şikestê bixwe.

21.12.2016, Çar - 12:45

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên terorîstî yên dijî PDK-Iran şermezar kir
Nuçe Belav bike

Daxuyaniya ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve îro 21.12.2016ê hate belav kirin de waha tê gotin

Mixabin şewa 20 ber Çile ya 2016, li dema rêvresma Şewa Yalda, du êrişên terorîstî nêzîk binke yên Deftera Siyasî a PDK-IRANê li bajarê Koye rûdan û bi vê yekê 5 endamên vê partiyê û kadirekê asayişê şehîd bûn û hijmarek jî birîndar bûn.

Em zêdebarê bi tundî şermezar kirina vî êrişa terorîstî û yên ku li pişt vî êrişê ne, sersaxiyê ji malbatên şehîdan dikin û hiviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.

Em hemû hewl û şiyanên xwe bi kar tînin ji bo vê yekê encamderên vê tawana terorîstî bi yasayî bihên sizadan, tevî ewên ku li pişt vê tawana terorîstî ne. Hewl û pîlanên nexwastî dijî gel û neteweya me rastî şikist û pûçbûne dibin.

Em dubare silavan ji bo canê şehîdan dişînin û hêviya zû başbûne ji bo birîndaran dixwazîn.

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1870 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:38:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x