HPG: Îranê kemîn li ber gerîlayan danî

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Îranê li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê kemîn li ber gerîlayan daniye.

20.02.2024, Sal - 12:17

HPG: Îranê kemîn li ber gerîlayan danî
Nuçe Belav bike

HPGyê da zanîn ku gerîlayekî di vê kemîne de canê xwe ji dest daye.

HPGyê eşkere kir ku ev kemîn 26ê Kanûna Pêşîna 2023yan, li herêma Kotolê ya Xoyê hatiye danîn.

Li hêla din, gerîlayê ku canê xwe ji dest daye Engîn Demîrê bi nasnavê Dijwar Elbak e.

Hêzên Parastina Gel diyar kir ku Dijwar Elbak ji navçeya Elbakê ya Wanê ye û ew sala 2011an tevî refên gerîlayan bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:29:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x