Hêzên Îranê 2 kolber kuştin

Li herêmên sînorî yên bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di nava 24 demjimêran de 2 kolber hatin kuştin.

16.11.2023, Per - 11:16

Hêzên Îranê 2 kolber kuştin
Nuçe Belav bike

Her du kolber jî bi fîşekên hêzên leşkerî yên Îranê hatin kuştin.

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hêzên sînorî ên Îranê doh li sînorê Hengejala Baneyê fîşek berdan kolberan.

Kolberê bi navê Celal Heyder, li vê derê bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest da.

Roja sêşemê li heman herêmê kolberê bi navê Yadgar Rehîmî dîsa bi guleyên hêzên Îranê hat kuştin, herwiha kolberek birîndar bû.

Yadgar Rehîmî xelkê gundê Dêkonê yê bajarê Baneyê ye. Yadgar Rehîmî 34 salî bû û du zarokên wî hene.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Kurdpayê, di 75 rojên borî de 7 kolber li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 105 kolber jî hatine birîndarkirin.

Ew hemû kolber li herêmên sînorî yên Baneyê û Newsûda parêzgeha Kirmaşanê birîndar bûne.

Kurdpayê da zanîn ku 36 kes ji wan zarok in.

Li gorî heman raporê, bi hatine sir û seqemê û zêdebûna bêkariyê re kolberî zêde dibe.

Xelkê hejar ji ber bêkariyê naçar dimîne ku ji bo debara jiyanê berê xwe bide karê kolberiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 353 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:27:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x