Îran ji bo bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê çû ber deriyê Jeanine Plasschaertê

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Balyozê Îranê yê Îraqê ji Jeanine Hennis-Plasschaertê xwestiye ku ji bo bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê alîkariyê bike.

05.08.2023, Cts - 10:45

Îran ji bo bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê çû ber deriyê Jeanine Plasschaertê
Nuçe Belav bike

Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim Sadiq roja pêncşemê bi Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê re civiya.

Mihemed Kazim Sadiq di civînê de ji Jeanine Hennis-Plasschaertê xwestiye ku li dijî "gefên" partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêwîstiya Tehranê bi hevahengiya Neteweyên Yekbûyî heye.

Îranê berê jî ji Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestibû ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, bêçek bikin.

Berpirsên Îranê diyar kiribûn ku heger ew neyêne bêçekkirin dê Îran êrişî kamp û baregehên wan partiyan bike.

Sala borî di navbera Îraq û Îranê de peymaneke ewlehiyê hatibû îmzekirin ku beşek jê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê bû.

Li gorî Îranê ew partî xwepêşandanan bi rê ve dibin

Herwiha piştî ku keça Kurd a Seqizî Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû kuştin jî Îranê bi top û dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiribû.

Li gorî Îranê ew partî xwepêşandanan bi rê ve dibin.

Îran, partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi "çêkirina kaosê" û "hewldana jiholêrakirina desthilata xwe" jî tawanbar dike.

“Em naxwazin xaka Herêma Kurdistanê bikine qada şerê bi Îranê re”

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Xalid Ezîzî 24ê Tîrmeha 2023an ji Rûdawê re ragihandibû:

“Heta niha lihevkirinek ji bo bidawîanîna dosyeyê nîne lê em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê re li ser yek xetê ne, behsa çareseriyên cuda tê kirin. Çendîn daxwazên Îranê hene.

Em naxwazin xaka Herêma Kurdistanê û Îraqê bikine qada şerê bi Îranê re.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 474 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:59:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x