Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li çalakvaneka Kurd birî

Li Rojhilatê Kurdistanê keçeke çalakvan a Kurd a bi navê Kejal Nesrî ji aliyê Desthilata Dadweriya Îranê ve bi 5 salan girtîgehê hate cezakirin.

12.09.2022, Pts - 11:28

Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li çalakvaneka Kurd birî
Nuçe Belav bike

Çalakvana warê çandê û jîngehê, Kejal Nesrî destpêka zivistana par ji aliyê Îtilaata Sine ve hatibû desteserkirin. Piştî mehekê bi kefaleta 100 milyon tûmenan û bi destbenda elekteronî heta roja darizandinê hatibû azadkirin.

Niha Dadgeha Sine ji malbata Kejal Nesrî re ragihandiye ku cezaya 5 salên zîndanê bi ser wê çalakvana Kurd de sepandiye.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kudistanê, Kejal Nesrî bi tohmeta “alîkariya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê” hatiye cezakirin.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan ragihandiye, darizandina Kejal Nesrî li “şubeya yekem a Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine bi serokatiya dadwer Hisên Seîdî” birêveçûye û bi tohmeta “alîkarî û endamtiya di Hizba Demokrata Kurdistana Îranê de”, cezayê 5 sal girtîgehê li wê çalakvana Kurd birriye.

Kejal Nesrî, xelka gundê Tengîser ê ser bi bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve ye û di warê çandî û parastina jîngehê de çalak e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x