Îranê hêzeke mezin li Mahabadê bi cih kir

Xwepêşanderên Mihabadê dibêjin, hikûmet çekdarên êlên Mengur bikar tîne ji bo tepeserkirina xwepêşandanên li bajêr.

21.11.2022, Pts - 12:24

Îranê hêzeke mezin li Mahabadê bi cih kir
Nuçe Belav bike

Supaya Pasdaran û polîsên Îranê li Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê derketine ser rê û cadeyan. Ji Urmiye û bajarên din hêzek zêde ji bo tepeserkirina xwepêşandanan birine Mihabadê lê bi ser neketin. Xwepêşandan roja Yekşemê jî berdewam bûn, xwepêşanderan senger danîne.

Şêniyeke Mihabadê li ser rewşa dawî ya Mihabadê got, “Li vir rewş pir xirab e, serê sibê ji bo ku me teşwîq bikin li nanpêjxaneyê gule li jin û zarokan reşandin, helîkopter anîne. Dibêjin tank jî anîne lê min bi çavê xwe helîkopter dît. Mal û otomobîlên têk dane. Em bi destên vala nerazîtiya xwe tînin ziman û ti çek bi me te tunene. Îdiayên dikin ku çekên me hene, tenê kevirên me hene, dîsa jî ji me ditirsin.”

Supaya Pasdarên Îranê û çekdarên Kurd ên ser bi wan ve li Mihabadê bi taybetî li taxên Menbe, Baxî Şaygan, Piş Tep û Meydana Îstîqlalê bi cih bûne. Roja 20ê Mijdarê heta demjimêr 00:00an elektrîk qut bû.

Parlamenterê Mihabadê Celal Mehmûdzade di nameyekê de bo Civata Bilind a Asayîşa Neteweyî ya Îranê ragihand ku di nava 3 rojên borî de çend xortên bêguneh li bajarê Mihabadê hatine kuştin û birîndarkirin.

Şeva borî hêzên Îranê li çend taxên bajarê Mihabadê gule li malên xelkê reşandin û camên bi dehan xanî û dikanan şikandin.

Xwepêşanderên Mihabadê dibêjin, hikûmet çekdarên êlên Mengur bikar tîne ji bo tepeserkirina xwepêşandanên li bajêr.

Yekşemê, Rûspî û serokên eşîrên Menguran xwe ji hêzên çekdar ên ku li dijî gel şer dikin dûr xistin û gotin, ew her hewleke ji bo têkdana yekîtî û ewlehiya xelkê Mihabadê bi armanca çêkirina nakokiyan red dikin.

Roja yekşemê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya Mihabadê greva giştî hat lidarxistin. Li Tehranê jî li goristana Bihuşta Zehrayê û Zankoyên Tehranê dirûşmên piştgiriya ji bo Mihabadê hatin anîn ziman.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:06:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x