Ji ber pankarta Jîna Emînî 6 sal ceza keçeke Kurd hat birrîn

Keçeke Kurd a bi navê Rojîn Yûsifzade li Tehrana paytexta Îranê ji ber pankarteke ku navê Jîna Emînî li serê hatiye nivîsandin hilgirtiye, 6 sal cezayê zindanê lê hat birrîn.

06.01.2023, Cum - 06:47

Ji ber pankarta Jîna Emînî 6 sal ceza keçeke Kurd hat birrîn
Nuçe Belav bike

Mihemed Cewan parêzerê Rojîn Yûsifzade ragihand, tenê ji ber pankarteke ku navê Jîna Emînî li serê hatiye nivîsandin hilgirtiye, bi tometa “hewldana ziyan gihandina ewlekariya netewî ya Îranê” û “propagandaya li dijî rejîmê”, li dadgeha Şoreş a Tehranê 6 sal cezayê zîndanê lê hatiye birrîn.

Du roj piştî kuştina Jîna Emînî, Rojîn Yûsifzade li cadeya Welî Esrî ya Tehranê beşdarî xwepêşandanekê nerazîbûnan bûye û li gorî parêzerê wê, pankarteke ku tenê Jîna Emînî li serê hatiye nivîsandin hilgirtiye.

Rojîn Yûsifzade ji Mihabada Rojhilatê Kurdistanê ye û li Tehranê dijî. Parêzerê wê dibêje, ew dê îtîrazê li biryarê bikin û hewl bidin ku Yûsifzade bi kefaletê serbest berdin heta ku dadgeha temyîzê encam bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:27:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x