Ji kesayetiyên cuda ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamên piştgirîyê

Alî û kesyatiyên warên cuda bi hin çalakî, axavtin û peyamên cuda piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê nîşan didin.

29.09.2022, Per - 06:14

Ji kesayetiyên cuda ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamên piştgirîyê
Nuçe Belav bike

Lîstikvanê Îranê Siyamek Ensarî yê ku di medyaya fermî de jî kar dike, di peyamekê de bo xwepêşanderan dibêje, hunera wî, ji wêrekiya we biçûktir e. Serdar Azmûn ku niha ji diyartirîn lîstikvanê hilbijardeya footbola Îranê ye, piştîvaniya xwe bo xwepêşanderan anî ziman.

Peyama jinên Ermenistanê piştevaniya ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye.

Endamê Parlemantoya Swêdê jî dibêje, dê hewlên xwe xurt bike daku civaka navdewletî beramberî wan kesên ku berpirs bûn di candana çend kesan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê karvedanên xwe tundtir bike.

Parlemantarê Swêdê Reşîd Ferîvder got, “Heta wê dema ku heneseyan didim piştîvanê we dibim. Hemû hewlên xwe dixim tevgerê daku rê li ber Isalmgerên paşketî li hemû cîhanê teng bikim. Mehsa giyan, Nêda giyan, Sorab giyan û Sitar giyan xwîna we bi erdê de naçe.”

Li nav Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî nerazîbûn berdewam in. Siyamek Ensarî, ekterê Îranî di peyamekê de bo xwepêşanderan dibêje, “Hunera min, biçûktir e ji wêrekiya we. Hûn baştirîn û xurttirîn mamostayên dîrokê ne.”

Manî Heqîqî yê derhêner jî di peyamekê de rexne li desthilatdarên Îranê girt.

Derhêner Manî Heqîqî anî ziman, “Ji min re behsa yasa dikin? Ev xelk ne li derveyî yasayê ne. Ev xelk ne fitneçî ne, ev xelk ne dijmin in, ev zaroyên me ne, keçên jidayikbûyên sedsala du hezaran in , ku me fêrî dersa wêrekiyê dikin.”

Kesayetiyên werzişî jî bêdengiya xwe şikandin.

Serdar Azmûn lîstikvanê hilbijardeya niştîmanî ya Îranê piştîvaniya xwe bo xwepêşanderan anî ziman.

Lîstikvanê berê yê welat Elî Kerîmî piraniya rojan twîtê li ser xwepêşandanan dike. Vê yekê jî karvedana alîgirên hikûmetê li pey xwe anî. Heta şeva sêşemê vella wî bo demekê hat girtin.

Lîstikvan û rahênerê Îranê jî Elî Dayî ev vîdeo belav kiriye û ji berpirsên Îranê re dibêje, “Ji dêvla serkutkirinê, tundûtîjî û destgîrkirinê, pirsgirêkên xelkê çareser bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:34:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x