Kanadayê li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî de bang li Îranê kir

Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

21.09.2022, Çar - 07:07

Kanadayê li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî de bang li Îranê kir
Nuçe Belav bike

Wezîr Derve ya Canadayê Melanie Joly ji bo keça Kurd Jîna Emînî got “Kanada banga lêpirsînek tam û zelal li ser mirina Masha Emînî dike. Em daxwazê ji Îranê dikin ku dawî li her cure destdirêjî û cudakariyê ya li ser jinan bîne û rêzê li mafê xwepêşandanên aştiyane bigire.”

Bertekên ji çar aliyên cîhanê li ser bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî ku roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre bi awayekî jihişçûyî bo nexweşxaneyekê li Tehranê hatibû veguhastin û roja 16ê Îlonê piştî 3 rojan canê xwe ji dest dabû, dewam dikin.

Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Melanie Joly di tweeta xwe de sersaxiyê li hezkiriyên keça Kurd kir û got “Mahsa Emînî dema li Îranê di girtîgehê de bû jiyana xwe ji dest da. Dilê min bi hezkiriyên wê û jinên Îranê re ye.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Joly ji bo lêpirsêneke zelal bang li Îranê kir û wiha berdewam kir “Kanada banga lêpirsînek tam û zelal li ser mirina wê dike. Em daxwazê ji Îranê dikin ku dawî li her cure destdirêjî û cudakariyê ya li ser jinan bîne û rêzê li mafê xwepêşandanên aştiyane bigire.”

Bûyera canjidestdana Jîna Emînî

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Kesên ku bi Jînayê re hatibûne desteserkirin ji medyayên Îranê re gotine, di dema veguhastina bo girtîgeha demkî ya polîs de, hêzên polîsa li Jînayê xistine, piştre li navenda polîs rewşa wê ya tendirustiyl xirab bûye û ew di demeke dereng de rakirine nexweşxaneyê.

Jîna Emînî roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, canê xwe ji dest da û duh di merasimeke girseyî de bi beşdariya hezaran welatiyên Kurd li Seqizê hat veşartin.

Bûyera ku li Tehranê bi serê Jîna Emînî de hat, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê deng veda û gelek bertek û nerazîbûn li pey xwe anîn.

Di 4 rojên bihorî de li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Mihabad, Bokan û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li bajarên Tehran, Reşt, Îsfehan û hin cihên din ên Îranê jî li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:34:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x