Keça mezin a damezrênerê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed a bi navê Munîre Qazî got: “Em weke malbata Qazî Mihemed di pêvajoya referanduma Başûrê Kurdistanê de ji bo ku hestên xelkê ne liv liv e, û xirabî li xelkê neyê kirin beşdarî xwepêşandanan nebûn.”
Keça Qazî Mihemed, Munire Qazî, ragihand ku Kurdan di dîrokê de her tim bixwe zerar dane xwe û ew rewş niha jî berdewam e.
Munîre Qazî wiha behsa bûyerekê dema bavê wê di girtîgehê de rû daye kir: “Dema ku bavê min di zîndanê de bû beşeke ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê serdana Tehranê kirin û gotin, ew naxwazin Qazî Mihemed bê kuştin, lê bila hemû serwet û samanên wî bi ser xelkê Kurdistanê ve bê bilavkirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Munîrê behsa hatina Barzaniyan û Kurdên Êzidî bo bajarê Mehabadê kir û got: “Endamên malbata Barzaniyan hatin gundê Goktepeyê. Birayê min Êlî hingiv û fekî ji bo wan biribû. Em ji bo rewşa Barzaniyan gelek dilteng û xemgîn bibûn. Di vê heyamê de ji ber sermayê 3 zarokê wan canê xwe ji dest dabû, bi taybetî wî yekê bandoreke gelek bi dilêş li me kiribû. Bavê min serdana baregehên leşkerî kiribû û cilûbergên leşkerî şûştibûn û derman dabû wan.”
Li dîwanxaneya mêvan têne pêşwazîkirin çend wêneyên Qazî Mihemed û endamên malbata wî û çend tablo û mafîrên kurdî bala mirov dikêşîne li ser xwe.
Derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de Munîrê Qazî wiha dibêje:
“Dewleta Îranê, niha li hemberî Kurdan helwesteke gelek tund heye. Bi nimûne di heyama referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriyê çend xwepêşandan saz kirin. Lê berpirsên îranî bi awayekî dijwar li hemberî wan derket. Li Mehabadê derdora 300 kesan desteser kirin. Di nav wan kesên hatin desteserkirdin de gelek îşkencê li keçekê hatibû kirin.”
Li ser xwepêşandanên ji bo piştgiriya referanduma 25'ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê jî keça Qazî Mihemed anî ziman: “Em weke malbata Qazî Muhemed ji bo ku hestên xelkê ne livliv e, û xirabî li xelkê neyê kirin beşdarî xwepêşandanan nebûn. Lewma me ji dûr ve temaşeyê xwepêşandanan kir.”
Her wiha Munîre xanim destnîşan kir ku wan heroj du caran xwarin dibir ji bavê xwe û hevalên wî re û got: “Dema em çûn zîndanê min seatek weke diyarî da berpirsekî wê derê da ku destûrê bide min ez herim bavê xwe bibînim. Heta roja beriya sêdarekirina bavê min destûr da me, em herin wî bibînin.”
Munîre behsa roja dawî ya bavê xwe jî kir û got: “Roja dawî bû, ez xwişkên min ên cewî Suheyl û Perwîn bi hev re ber bi zîndanê ve birêketin. Dema em nêzîk zîndanê bûn berpirsên zîndanê bi daran li me xistin û em ji wê derê dûrxistin. Destûr nedan em bavê xwe bibînin. Wê rojê endameke malbata me yê bi navê Ehmed bavê min ji dûr dîtibû. Bavê min bi îşaret daxwaz ji kiribû kurê reş (kurê wî Êlî) bişîne cem wî. Lê ew daxwaz nehat bicîkirin. Jixwe Ehmed malbat agahdar nekiribû ku ew dê bê îdamkirin.”