Kolberekî Kurd bi teqeya Supaya Pasdaran canê xwe ji dest da

Derengê şeva borî, kolberekî Kurd li sînorê gundê Zelê ji ber teqeya Supaya Pasdaran a Îranê canê xwe ji dest da

11.02.2023, Cts - 10:02

Kolberekî Kurd bi teqeya Supaya Pasdaran canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Şeva borî, kolberekî Kurd li sînorê gundê Zelê ji ber teqeya Supaya Pasdaran a Îranê canê xwe ji dest da.

Li gor agahîyan Kurdistan24ê, kolberê Kurd xelkê navçeya Rebet a bajarê Serdeşt e û temenê wî 50 salî ye.

Bûyer li sînorê gundê Xelê yê ser bi nahiya Helşo ya li qezaya Pişderê qewimiye.

Hejmarek ji nişteciyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, bi rêyên dijwar û çiyayî, têne ser sînorên Herêma Kurdistanê û karê veguhestina kelûpelan dikin, lê belê hikûmeta Îranê, karê wan kolberan wek neyasayî û qedexe dibîne.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:16:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x