Çalakvanên sivîl ên kurd li Urmiyeyê ji Qaymeqama bajar xwestin ku li dijî êrîşên Tirkyeyê li ser Efrînê civîneke nerazîbûnê li dar bixin. Qaymeqam daxwaza çalakvanan red kir.
Hindek çalakvanên kurd ên li bajarê Urmiyeyê ji qaymeqamê wî bajarî xwestin îro li ber avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê civîneke nerazîbûnê li dar bixin, lê qaymeqam ew daxwaz red kir.
Herwiha doh 172 mamostayên zanîngehên bajarê Sine jî bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyeyê li dijî Efrînê protesto kirin û ji hikûmeta Îranê û civaka navdewletî xwestin ku êrişan rawestînin.