Li daristanên Merîwanê şewat derket

Ji roja Pêncşemê ve agir bi daristanên navçeyên Xaw û Mirawayê yên bajarê Merîwanê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ketiye û heta niha nehatiye kontrolkirin.

04.08.2023, Cum - 11:57

Li daristanên Merîwanê şewat derket
Nuçe Belav bike

Derbarê agir de Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî û Birêvebirina Avê yê parêzgeha Sineyê Behzad Şerîfî ragihand ku şewat ji pêncşemê danê sibehê ve li daristanên bajarê Merîwanê derketiye.

Tîmên agirkuj çûn cihê şewatê

Behzad Şerîfî diyar kir ku tîmên agirkuj ji bo kontrolkirina agir çûne cihê bûyerê lê heta niha nekarîne agir kontrol bikin.

Li gorî Şerîfî, agir ji daristanên gundên Gumereleng, Dereweran û Asinê derketiye û li cihên din belav bûye.

Wî herwiha got ku ji bo kontrolkirina agir helîkoptereke taybet û tîmeke çavkaniyên xwezayî yên parêzgeha Sineyê jî bo herêmê hatiye şandin daku beşdarî xebatên kontrolkirina agir bibin.

"Îhtimal heye li deverê mayîn hebin"

Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî û Birêvebirina Avê yê parêzgeha Sineyê da zanîn ji ber ku dever sînorî ye û îhtîmal heye li deverê mayîn hebin, kontrolkirina agir zehmet e lewma ew di hewldanên vemirandina agir de helîkopterê bi kar tînin.

Behzad Şerîfî got, heta niha asta ziyanan nayê zanîn û tîmên agirkuj bi alîkariya xelkê herêmê hewl didin di zûtirîn demê de agir kontrol bikin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:23:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x