Li bakûrê bajarê Heleb a Sûriyê, li navçeya El Babê bi erebeyeka bombekirî êrîş hat kirin û di encamê de 8 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Teqîn nêzî mizgefta mezin çêbû û niha Bab di destê Artêşa Azad û Tirkiyê de ye.
Ragihandina bûyerê ji aliyê rêvebiriya parastina sîvîl ya Helebê, ji aliyê Emmer Selmo de hat kirin. Selmo ragihand ku birîna birîndaran girane û dibe jimara miriyan zêdetir bibe.
Piştî bûyerê agir bi hinek ciyan ketibû û tîmên agirkujiyê agir vemirandin. Hêzên asayîşê li herêmê tedbîrên ewlekariyê zêdetir kirin.
Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.