Li gundekî Urmiyeyê termên 6 kesan hatin dîtin

Li gundekî bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê termên 6 kesan hatin dîtin.

21.04.2025, Pts - 11:03

Li gundekî Urmiyeyê termên 6 kesan hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Heta niha sedema mirina wan ne diyar e lê lêpirsîn li ser vê mijarê dest pê kiriye.

Birêvebirê Navenda Rizgarkirinê yê Urmiyê Ferzîn Rezazade ragihand ku li gundê Telatepeyê yê Urmiyê, termên 6 kesan di nav vîlayekê de hatine dîtin.

Ferzîn Rezazade got, "Êvara îro piştî ku agahî gihiştin me, me tîmeke rizgarkirinê şand gund û piştî ku gihiştin cihê bûyerê û wan lêkolîna destpêkî kir û wan dît ku 6 welatî di nav vîlayekê de mirîne."

Li gorî gotina Ferzîn Rezazade, çar mêr û du jinan jiyana xwe ji dest daye û temenê wan di navbera 30 û 40 salî de ye.

Birêvebirê Navenda Rizgarkirinê yê Urmiyeyê her wiha diyar kir ku sedema mirina van kesan ne diyar e, lê wan dest bi lêpirsînê kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:29:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x