Li Îranê bo yekem car li bajarê Meraxê yê Azerînişîn xwepêşandeke berfireh hat kirin

Şeva derbasbûyî jî li çendîn navçeyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên mezin hebûn û bo yekem car di wan xwepêşandanan de li bajarê Meraxe yê Azerînişîn jî xwepêşandeke berfireh destpê kir.

25.10.2022, Sal - 06:53

Li Îranê bo yekem car li bajarê Meraxê yê Azerînişîn xwepêşandeke berfireh hat kirin
Nuçe Belav bike

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên ji ber nerazîbûnê ya ji bo şermezarkirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve berdewam in.

Şeva derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistanê şeveke nearam bû. Li bajarên Sine, Seqiz, Mihabad, Serdeşt û Urmiyê xwepêşandan hatin kirin. Li bajarê Sine heta derengî şevê jî dengê teqekirineke zêde dihat bihîstin.

Li bajarê Urmiyê li cadeya Firdewsî xwepêşandan û nearamiyeke zêde hebû. Li gorî girtevideoya wê xwepêşandanê, gencan agir hilkirine û rê girtine û bi temamî ew cade xistine bin kontrola xwe.

Li bajarê Mihabadê jî bi dirûşman gencan çendîn cade girtin û hatin û çûn lê rawestandin. Herwiha tabloyên wêneyên rayedarên Îranê şewitandin.

Li bajarên Tehran, Isfehan, Qum, Meraxe, Kerec, Bender Ebas û Şîrazê xwepêşandan hebûn. Hejmareke xwendekaran hatin desteserkirin.

Li çendîn navçeyên cuda yên Tehranê xwepêşandan mezin bûn û di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de alozî derket.

Bo yekem car di wan xwepêşandana de li Îranê, bajarê Meraxe yê Azerînişîn jî xwepêşandeke berfireh destpê kir.

Li Bender Ebasê alozî di navbera xelkê û hêzên emnî de derket. Li derdora Huneristanan Sedir li cadeya Karon a Tehranê heya serê sibehê jî aloziyeke mezin hebû. Hêzên Îranê êrişî xwendekaran kirin û teqeyeke zêde dihat kirin.

Ew xwepêşandan piştî vê yekê hatin ku roja derbasbûyî li zanîngehên Xewace Nesîr, Şerîf û Pizişkî û El-Zehra li Tehranê; Zanîngeha Çemran a Ehwazê, Zanîngeha Yadgara Îmam li bajarê Rey, herdu zanîngehên pîşesazî û Azad ên Hemedanê, Zanîngeha Şarê Kurd li Çarmehala Bextiyarî, Zanîngeha Filawercan li Isfehanê û Zanîngeha Hunerî li Tewrêzê xwendekaran xwepêşandan kirin.

Li Zanîngeha Xewace Nesîr a Tehranê, xwendekaran bi dirûşmên dijî desthilatê rê nedan berdevkê hikûmeta Îbrahîm Reîsî gotara xwe pêşkêş bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:23:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x