Çalakvanên sivîl û çandî yên xelkê kurdên Kirmaşanê, ragehandin ku dest bi komkirina îmzayan kirine ku bi zimanê kurdî yên bi lehceyên ‘’Kelhorî, Lekî û Feylî’’ bi femî bên xwandin.
Çalakvanên ferhengî û sivîl yên kurdên Kirmaşanê di tora civakî de belav kirin ku, ev çend roje destbi komkirina îmzayan kirine ku bi zimanê kurdî û bi lehceyên kelhorî, feylî û lekî xwandin bê kirin û beşeke giringin di pêkhateya zimanê kurdî de.
Herwaha ragehandin, heta naha di nav gel de ji hemû çînên civakê îmza komkirine û ev çalakî heta digehe armanca xwe dê berdewam bike.
Kirmaşan û Îlam du parêzgehên giring ên Kurdistana rojhilatin û hemû xelkê rûniştvanên wan kurdin û bi lehceyên kurdî yên Hewramî, Goranî, Kelhorî, lekî û feylî diaxivin û ji aliyê olî ve jî sunne, şîe, yarsanî û kakeyiyan pêktên. Du parêzgehên pir zimanî û çandî yên Kurdistana rojhilat tên zanîn.