Li Kirmaşanê di nava hefteyekê de 4 kes ji çiyê ketin

Rêveberê Heyva Sor a parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, di hefteya borî de 4 kes ji çiyayên li deverên cuda yên parêzgeha Kirmaşanê ketin û canê xwe ji dest dan.

15.04.2023, Cts - 11:51

Li Kirmaşanê di nava hefteyekê de 4 kes ji çiyê ketin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Heyva Sor a Kirmaşanê Mihemedbaqir Mihemedî îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023an ragihand, derengên roja 14ê Nîsanê çiyagerek li deverên çiyayî yên bajarê Şabadê yê parêzgeha Kirmaşanê ji çiyê ketiye û canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din roja Înê danê sibê 2 çiyager li deverên çiyayî yên Peraw a bajarê Sehneyê ji çiyê ketine xwarê û yekî ji wan canê xwe ji dest daye.

Mihemedbaqir Mihemedî destnîşan kir, bûyer serê sibehê qewimiye û hêzên alîkariyê ji ber barana gur di demjimêr 8ê sibehê de gihîştine çiyagerê birîndar û li wir ew dermankirine û şandine nexweşxaneyê.

Her wiha li deverên çiyayî yên Sonqurî Kulya roja 11ê Nîsana 2023an welatiyekî 62 salî ji çiyê ketiye xwarê û canê xwe ji dest daye.

Di 7ê Nîsana 2023an de jî xelkê peywendî bi Heyva Sor a Dalahoyê re danîne û ragihandine ku welatiyek ji çiyê ketiye xwarê û piştî 4 demjimêran hêzên Heyva Sor karîn cenazeyê welatiyê 60 salî ji deverên çiyayî derxînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x