Li Kurdistana Rojhilat gel parêzgarî dagir kir!

Hat ragihandin ku nîştecihên bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li hember kuştina 2 kolberên kurd deriyê dikanên xwe girtin û li pêş avahiya qaymiqamiyê kom bûne.

05.09.2017, Sal - 08:21

Li Kurdistana Rojhilat gel parêzgarî dagir kir!
Nuçe Belav bike

Tê gotin ku Hêzên ewlekariya Îranê ji bo belavkirina xwepêşanderan gazên rondikrêj bikar tînin. Çalakvan jî bi keviran bersivê didin wan.

Li gorî zanyariyan li ser banga çalakvanên Baneyê, îro Sêşem danê sibê (05-09-2017), dikandar û kasibkarên bajêr deriyê dikan û kargehên xwe venekirin. Ji ber vê bazar vala ye.

Her wiha tê destnîşan kirin ku pişt3i anîna cenazeyan li nexweşxanê Komek çalakvan li ber parêzgariyê kom bûn û bi dara zorê ketina avahiya parêzgariyê.

Xelkê Baneyê danê sibê heta pêşiya avahiya qaymiqamiyê meşiyan. Çalakvanan li vir li hember kuştina 2 kolberan nerazîbûna xwe nîşanda û xwestin dengê xwe bigihînin berpirs û karbidestan.

Hêzên ewlekariya Îranê ji bo levakirina xelkê tundî bikaranî û gaza rondikrêj avêt. Xwepêşanderan jî bi keviran bersiv dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1486 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:12:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x