Li Makûyê 7 kesan bi alkola sexte canê xwe ji dest da

Li bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê 7 kesan ji bi vexwarina alkola sexte canê xwe ji dest da.

08.01.2024, Pts - 06:04

Li Makûyê 7 kesan bi alkola sexte canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Dozgerê Giştî yê Makûyê Sabir Caferî roja çarşemê ragihand ku li Makûyê 3 kesan bi alkola sexte canê xwe ji dest da û 20 kes jî bi jehrê ketin.

Sabir Caferî herwiha diyar kir ku ji ber bûyerê 4 kesên ku alkol difirotin hatine desteserkirin.

Li gorî raporên herêmî li bajarê Makûyê hejmara kesên ku ji ber vexwarina alkola sexte canê xwe ji dest daye gihîştiye 7 kesan.

Medyaya Îranê ragihand ku 7 kesên ku bi alkola sexte canê xwe ji dest da mêr in.

Rojnameya Îtimada Îranê amarên derbarê qurbaniyên alkola sexte de belav kir û ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji meha Tîrmeha 2023yan ve 44 kesan ji ber alkola sexte canê xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:02:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x