Li Mehabadê di du bûyerên trafîkê de 2 kes mirin

Li bajarê Mehabadê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di encama du bûyerên trafîkê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

04.08.2023, Cum - 11:55

Li Mehabadê di du bûyerên trafîkê de 2 kes mirin
Nuçe Belav bike

Her du bûyerên trafîkê şeva pêncşemê çêbûne, bûyera yekem li ser rêya Mihabad-Miyanduavê û ya duyem jî li ser rêya Mehabad-Bokanê çêbûye.

Rêvebirê Navenda Hawarçûnê ya Mehabadê Kemal Ahmend ragihand ku qezaya yekem di navbera otombîleke taybet û motorsîkletekê de û li ser rêya Mihabad-Miyanduavê rû daye.

Di wê qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Kemal Ahmend da zanîn, di bûyereke din de, otomobîleke taybet li ser rêya Mihabad-Bokanê li nêzîkî gundê Burhanê wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Di meha bihurî de li ser rêyên navbera Mehabad-Bokan û Mehabad-Miyanduavê 10 kesan ji ber bûyerên trafîkê jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Di demên dawî de bûyerên trafîkê li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.

Roja 30ê Tîrmehê jî li ser rêya Urmiye û Selmasê di bûyereke trafîkê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Rêvebirê Giştî yê Polîsê Trafîkê yê Îranê Kemal Hadiyanfer 30ê Tîrmehê ji medyaya fermî ya welatê xwe re ragihandibû ku li Îranê rojane ji 50 heta 60 kesî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin.

Sedema sereke ya mirinan, nebûna şert û mercên ewlehiyê ye di otomobîlan de.

Hadiyanfer got, ji 21ê Adara 2022an heta 21ê Adara 2023an zêdetirî 20 hezar kesî li Îranê di bûyerên trafîkê de jiyana xwe ji dest daye û 378 hezar kes jî birîndar bûne.

Ji wê hejmarê, ji sedî 49ê ji wan kesan di dema bûyeran de yan li ser rêya nexweşxaneyan mirine, ev jî tê vê wateyê ku di otomobîlan de mercên ewlehiyê nînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x