Li Mihabadê xwepêşanderan hejmarek saziyên hikûmetê şewitandin

Li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandana xelkê berdewam e û rewş gelekî aloz bûye

27.10.2022, Per - 13:05

Li Mihabadê xwepêşanderan hejmarek saziyên hikûmetê şewitandin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandana xelkê berdewam e û rewş gelekî aloz bûye, li gor agahiyan xwepêşander di tola kuştina welatiyekî û birîndarkirina hejmarek kesên din de agir bi hejmarek avahî û navendên hikûmetê xistine. Hêzên emnî yên Îranê jî teqeyan dikin û hewl didin bi zora çek û guleyan dawî li xwepêşandanê bînin.

Serê sibeha îro Pêncşembê 27ê Cotmeha 2022an piştî merasima veşartina termê 'Îsmaîl Mewlûdî' li goristana "Budax Sultan" a Mihabadê ku di xwepêşandana şeva bihorî de li Taxa Piştepî ya vî bajarî de hatibû kuştin, careke din xelkê bajêr dest bi xwepêşandanê li dijî hikûmeta Îranê kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve hatine belavkirin, bazar û dikanên bajêr bi temamî girtî ne û bi hezaran kes ji xelkê bajêr daketine kolanên bajêr û li dijî desthilata Îranê dirûşman dibêjin.

Li gor dîmenên ku derbarê xwepêşandana îro ya li Mihabadê li ser torên civakî hatine weşandin, xwepêşanderên nerazî îro nîvro weke nîşandana nerazîbûna xwe li hember kuştin û birîndarkirina welatiyan, çûne pêşberî hejmarek sazî û fermangehên hikûmetê û agir bi avahiyên hin saziyan xistine.

Li gor hin zanyariyan, xwepêşander avahiya qaymeqamiya Mihabadê jî dorpêç kirine û agir bi beşeke avahiyê xistine, lê Rûdaw nikare bi awayekî serbixwe vê yekê piştrast bike.

Herwiha tê gotin ku xwepêşanderan agir bi avahiya saziya xêrxwaziyê ya hikûmî ku wek Komîteya Îmdad tê naskirin, saziya darayî, hejmarek bank û hin firoşgehên ser bi Supaya Pasdaran ve xistine.

Çavkaniyên xwecihî yên li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, hêzên Îranê bi awayekî berfireh teqe li xelkên xwepêşander dikin û welatî jî bi kevir û daran rûbirûyî hêzên Îranê dibin.

Li gor zanyariyên ku ji nav Nexweşxaneya Mihabadê ve bi dest Rûdawê ketine, di xwepêşandana şeva bihorî de kesek hatiye kuştin û 16 kesên din jî bi giranî birîndar bûne. Li gor wan agahiyan, 2 kes bi guleyên Klaşînkofê û 14 kes jî bi çekên saçmeyî hatine birîndarkirin.

Li aliyekî din, îro hêzên emnî yên Îranê avêtine ser mala wî welatiyê ku şevê din hatibû kuştin û hewl dane, rê nedin xelk ji bo şînê û sersaxiyê serdana wan bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x