Li Pîranşarê otomobîlekê qeza kir: Kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn

Li ser rêya Pîranşar-Şinoyê ya parêzgeha Urmiyeyê otomobîlek wergeriya, kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

14.09.2024, Cts - 15:08

Li Pîranşarê otomobîlekê qeza kir: Kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Êvara Înê li ser rêya Pîranşar û Şinoyê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama qezaya otomobîlekê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Giştî yê Xaça Sor a parêzgehê Hemîd Mehbûbî got:

“Wesayît ji kontrolê derketiye û wergeriyaye.

Tîmên polîsên trafîkê li ser sedema qezayê lêkolînê dikin.”

Hemîd Mehbûbî destnîşan kir ku ji bilî kesê ku canê xwe ji dest daye, 4 rêwiyên din jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku tîman birîndar birine nexweşxaneyê.

Her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi sedema “xirabbûna rêyan”, “pabendnebûna şofêran” bi hezaran kes di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest didin û bi hezaran kes jî birîndar dibin.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:34:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x