Li Rojhilatê Kurdistan erdhej: Heri kêm 235 kes birîndar bûn

Serê sibeha îro erdhejek li navçeya Xoy a parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê çêbû û li gor axaftina Rêveberiya Kontrola Krîzan a Parêzgeha Urmiyê, nêzîkî 235 kes birîndar bûne.

05.10.2022, Çar - 05:29

Li Rojhilatê Kurdistan erdhej: Heri kêm 235 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Rêveberê Kontrola Krîzan a Urmiyê Emîr Ebas Caferî îro Çarşembê 5ê Cotmeha 2022ê ragihand ku beşek ji wan kesên dema xwestine birevin daku erdhej bandore li wan neke birîndar bûne û çareseriya bilez bo wan hatiye kirin.

Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê dibêje, navenda erdhejê bajarê Xoy ser bi parêzgeha Urmiyê bûye û hêza wê jî 5.4 pile bûye. Herwiha dibêje erdhej vê sibê demjimêr 03:51 deqe çêbûye.

Rêveberê Heyva Sor a Urmiyê îro Çarşembê ragihand ku 10 tîm bo navçeyê hatine şandin daku derbarê zerar û ziyanan de lêkolînê bikin.

Li aliyê din Rasatxaneya Kandilli ya Tirkiyê ragihandiye ku îro Çarşembê 5ê Cotmeha 2022ê demjimêr 03:21 deqe li bajarê Xoy erdhejek bi hêza 5.8 pile û kurahiya pênc kîlometre çêbûye.

Herwiha navenda wê bajarê Xoy bûye ku 62 kîlometre dûrî bajarokê Elbak ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye. Li herdû parêzgehên Wan û Colemêrgê jî hest bi erdhejê hat kirin ku ligel Rojhilatê Kurdistanê hevsînor in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:06:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x