Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan berdewam in

Xwepêşandan û nerazîbûnên piştî kuştina keça kurd Jîna Emînî destpê kirin, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin.

10.10.2022, Pts - 09:39

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan berdewam in
Nuçe Belav bike

Li gor raport û wêne û vîdyoyên belav bûne, şeva borî 09.10.2022yê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî li bajarên Sine, Dêgulan, Bokan, Kirmaşan, Selasî Bawecan, Mehabad û Seqiz xwepêşandan berdewam bûn û ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve jî rastî tundiyê hatin û gule li xwepêşanderan hate berdan.

Herwaha hat ragehandin di xwepêşandanan de li Selasî Bawecanî xwepêşanderekî bi navê Aryen Morîdî di encama gule berdana hêzên ewlehiya Îranê de jiyana xwe ji dest daye.

Li bajarê Seqizê xwepêşanderan agir pêxistin û dirûşim dijî Îranê avêtin û hêzên ewlehiyê bi tundî êrîş li ser wan kirin. Herwaha li bajarê Sine jî hêzên ewlehiyê gule li xwepêşanderan berda, lê heta naha amarên derbarê ziyanan de nehatine belav kirin.

Ji aliyê din ve îro 10.10.2022yê karkerên petrokimya ya bajarê Buşehr a li navçeya Eselûye ya Başûrê Îranê dest bi grevê kirin û ji ber kombûna girseyî jî rêya deverê daxistin.

Li gor vîdyoyên belav bûne li bajarên Kirmaşan, Bokan, Mehabad û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê şeva yekşemê heta dereng xelkê xwepêşander li ser şeqaman bûn û di beşek vîdyoyan de dengê çek û gule berdanan jî tê.

Ji aliyê din ve piştevaniya penaber û koçberên kurd û Îranî li dîaspora ya piraniya welatên Ewrupa, Kanada û Amerîkayê jî berdewam e û wezareta derve ya Kanadayê jî bi daxuyaniyekî daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike, ji ber rewşa aloz a Îranê serdana wî welatî nekin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x