Li Rojhilatê Kurdistanê di erdhejê de 82 kes birîndar bûn

Rêveberiya qeyrana parêzgeha Urmiyê ragihand, îro danê sibê erdhejek li bajarê Xoyê yê parêzgeha Urmiyê hejand û di encamê de 82 kes birîndar bûn.

24.03.2023, Cum - 10:04

Li Rojhilatê Kurdistanê di erdhejê de 82 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

li bajarê Xoy ê parêzgeha Urmiyê Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînor e ligel parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro 24ê Adarê demjimêr 06:16 erdhejek bi hêza 5.6 pile çêbû.

Rêveberê Qeyranan ê Ûarêzgeha Urmiyê Emir Ebas Caferî ji rojnamevanan re ragihand: “Di erdhejê de herî kêm 82 kes birîndar bûne.”

Caferî dibêje “Hinek ji birîndaran ji ber hilweşîna avahî, dîwar û xaniyan birîndar bûn, hinek jî di dema bezê de birîndar bûn.

Li gorî rêveberiya qeyranê ya parêzgeha Urmiyê, 12 kes ji ber hilweşîna dîwar bi ser wan de birîndar bûne ku 5 kes ji wan bi sedema giraniya birînên xwe bo nexweşxaneya Urmiyê hatine veguhestin.

li gorî wê rêveberiyê; “Li bajarê Selmasê ku erdhej lê hat hîskirin, 70 kes ji tirsan dema direviyan birîndarbûnê û ji wan 60 kes piştî tedawiya li nexweşxaneyê ew şandin malê.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, zêdetir ji 20 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x