Li Rojhilatê Kurdistanê dîsa xwepêşandan dest pê kirin: Kuştî û birîndar hene

Li çend bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan destpê kirine û hêzên ewlehiyê yên Îranê mudaxaleyî xwepêşanderan kirin.

16.11.2022, Çar - 07:21

Li Rojhilatê Kurdistanê dîsa xwepêşandan dest pê kirin: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li çend bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan destpê kirine û hêzên ewlehiyê yên Îranê mudaxaleyî xwepêşanderan kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hangaw ragihand “2 ciwan bi guleyên hêzên Îranê hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.”

Îşev li bajarên Seqiz, Sine, Bokan, Mehabad, Urmiye, Dîwandere, Merîwan, Kamêran, Qurwa, Kirmaşan, Ciwanro, Rewanser û Îlamê xwepêşandan û nerazîbûn dest pê kirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw Erselan Yar Ehmedî ji Rûdawê re ragihand, ku li bajarê Kamêranê welatiyê 27 salî yê bi navê Fuad Mihemed bi guleya hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da û hejmarek din jî bi giranî birîndar bûn.

Li bajarê Sinê jî di xwepêşandanê de ciwanê bi navê Îsa Beglarî jiyana xwe ji dest da û hejmarek jî birîndar bûn ku yek ji wan bi giran birîndar bûye.

Li gor çapemeniya Îranê di dema xwepêşandana Bokanê de şer û pevçûn di navbera xelkê bajêr û hêzên hikûmeta Îranê de qewmiye. Li gorî agahiyên der barê bûyerê de fermandayekî Pasdaran ê bi navê Raza Elmasî jiyana xwe ji dest daye û 8 xwepêşandêr jî birîndar bûne

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 167 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x