Li Rojhilatê Kurdistanê hişyarî li ser belavbûna Coronayê hat dayîn

Serokê Zankoya Sineyê ya Zanistên Pizîşkî dibêje, eger xelk guh nede tedbîrên tenduristiyê dê di rojên pêş de li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hejmara kesên ku bi Coronayê dikevin û pê dimirin zêde bibe.

23.04.2023, Paz - 09:16

Li Rojhilatê Kurdistanê hişyarî li ser belavbûna Coronayê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Serokê Zankoya Sineyê ya Zanistên Pizîşkî Fereydûn Ebdulmelekî îro Yekşemê 23ê Nîsana 2023an ragihand ku li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kesekî bi Coronayê canê xwe ji dest da û 25 kesên din jî rakirin nexweşxaneyê ku rewşa 4 kesan ji wan giran e.

Li aliyê din, Berpirsê Komîteya Rûbirûbûna Coronayê yê Kirmaşanê Hemîd Behramiyan ragihand, di nava mehekê de 10 kesan canê xwe ji dest dane û bi vî awayî li Kirmaşanê hejmara kesên ku ji destpêka Coronayê ve canê xwe ji dest dane gihîştiye 3 hezar 341 kesan.

Lêdana derziyan, girêdana maskan, paqijiya berdewam, dûrketina ji qelebalixiyê di nav rênimayên herî girîng de ne ku pêşî li belavbûna vîrusê digire lê xelk niha gelekî kêm wan dişopînin.

Behramiyan got, “Hîn dawî bi Coronayê nehatiye û ew kesên ku 6 meh bi ser lêdana derziyê derbas bûye divê careke din derzî lê xwe bixin.”

Cîgirê Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê ji bo Karûbarên Dermanan Seîd Kerîmî roja 10ê Nîsana 2023an ragihand ku cureyeke nû ya vîrusa Coronayê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûye ku heta niha nehatiye dîtin lê wek ên berê ne ne kujer e.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ji roja belavbûna Coronayê ku ew jî 18ê Sibata 2020 e heta niha 7 milyon û 598 hezar kes pê ketine û 145 hezar û 534 kes jî mirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x